TR KU SO
FB X
Kurdistan

Ji Resîd hate xwestin ku deshilata xwe ji bo mafên destûrî yên Kurdistanê bikar bîne

Admin H
Nivîskar
📅 12 gulan 2024 17:20

PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Serokomarê Iraqê Letîf Reşîd îro 12ê Gulanê li Hewlêrê civiyan.

Di civînêa ku Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî jî tê de amadehî kir de, her du alî li ser pêwîstî û girîngiya rêzgirtin li sîstema federaliya Iraqê, qewareya destûrî ya Herêma Kurdistanê û çareserkirina pirsgirêkên di navbera Herêma Kurdistanê û hikûmeta federal de, li ser binemaya destûr û rêkeftinan, hevnêrîn bûn.

Herwiha di civînê de tekezî li ser wê yekê hate kirin ku Serokomarê Iraqê desthilarên xwe weke parêzgerê destûrê, ji bo parastin û dabînkirina mafên destûrî yên Herêma Kurdistanê, bikar bîne.

Parve bike: