Ji Saredariya Bedlîsê biryareke nû bo 'Lewheya Kurdî': Bajarê Seîdê Nûrsî...
PeyamaKurd – Şaredariya Bedlîsê ku di destê AKPê de ye, hefteya borî lewheya Kurdî ya Şaredariya Bedlîsê ji ser avahiya şaredariyê rakiribû. Piştre jî şaredariyê tabeleya bi sê zimanan a ‘Hûn bi xêr hatin Bedlîsê’ jî rakiribû.
Li ser bertek û nerazîbûnên zêde li dijî biryara şaredariyê îro li ser malpera Şaredariya Bedlîsê daxuyaniyek hat belavkirin ku tê de tê gotin, dê bi sê zimanan lewheya ‘Hûn bi xêr hatin bajarê Seîdê Nûrsî Bedlîsê’ li ser rêya ketina hûndirê bajêr bê danîn.
Di daxuyaniyê de li ser rakirina lewheya kurdî ya avahiya şaredariyê tiştek nehat gotin, lê hat diyarkirin ku dê lewheya ketina bajêr bi zimanên îngilîzî, kurdî û tirkî be ku sîparîşa wê hatiye dayîn.
Şaredarê AKPê li ser rakirina lewheya şaredariyê ya kurdî gotibû, ti daxwaziyeke gelê me bo kurdî nîne.