Kurdistan
Ji Senator Abraham serdana spasiyê bo Mazlûm Kobanî
PeyamaKurd – Senatorê komarî yê kongreya Amerîkayê Ralph Abraham ku serdana piştgiriyê bo Rojavayê Kurdistanê û Rêveberiya Xweser dike, piştî hevdîtinên bi rayedarên rêveberiyê re, bi Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) re civiya.
Şanda Amerîkî ya bi seroktiya senator Abraham piştî serdana Reqayê bi Fermandarê Giştî yê HSDê Mezlûm Kobanî re hat ba hev.
Abraham di hevdîtinê de spasiya HSDê kir ku digel hemû pêşhatên nexweş jî HSD têkoşîna dijî terora DAIŞê berdewam dike û parastina aramiya herêmê dike. Senator Abraham di hevdîtinê de tekez kir ku dê hevpeymanî piştgiriya xwe bo HSDê berdewam bike.
Mazlûm Kobanî jî ji bo vê serdanê spasiya Abraham kir û girîngiya parastina aramî û ewlehiya herêmê anî ziman.