TR KU SO
FB X
Kurdistan

Ji Serok Barzanî daxuyaniya Rojava: Çi ji destê me tê divê em bikin da ku ew ser nemîne

📅 12 cotmeh 2019 16:12

PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî derbarê êrîşa li ser Rojavayê Kurdistanê de peyamek belav kir û ragihand, berdewambûna şer û wê rewşa metrisîdar, gefeke gelekî cidî ye ser jiyana xelkê û ewlehî û aramiya tevahiya navçeyan armanc dike.

Serok Mesûd Barzanî di peyama xwe got, “Tevî ku di dema bûrî de me gelek hewl dan şer û nearamî ji gelê Kurd li Sûriyê dûr bikeve û êdî êş û karesat rû nedin, lê mixabin di çend rojên bûrî de

'BERDEWAMBÛNA ŞER GEFEKE GELEKÎ CIDÎ YE'


Serok Barzanî dibêje: Berdewambûna şer û wê rewşa metrisîdar, gefeke gelekî cidî ye ser jiyana xelkê û ewlehî û aramiya tevahiya navçeyan armanc dike.

Di peyamanê herwiha got: “Ji vir de bi pêwîstî dizanim ji xelkê xweragir ê Kurdistanê û aliyan re rabigihînim ku sedemên wî şerî her çi bûbin û her aliyek kêmtir xem bûbe yan destê wê di vê rewşa tirsanek de hebûbe, niha dem ne yên muzayedeyên vala û êrsbûnê ye. Dema wê yekê ku em hemû, çi ji destê me tê, ji bo nehîştina wê rewşa metirsîdar bikin, da ku ew şer nemîne û êdî xelkê bêguneh baca wê rewşê nedin û pêşiya guhertina demografî ya wê deverê jî were girtin.”


Serok Barzanî bersiv da Trump: Xwîna Kurdan gelek ji pere û çekan bihatir e

Ji Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî bo Rojavayê banga alîkariyên mirovî

Parve bike: