TR KU SO
FB X
Kurdistan

Ji Serok Barzanî peyama sala nû ya 2022yan: Bihêlin ez tistekî bibêjim…

Admin H
Nivîskar
📅 31 berfanbar 2021 18:51

PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî, îro 31ê Kanûna 2021ê ji bo hatina sala nû ya 2022yan peyameke pîrozbahiyê belav kir.

Serok Barzanî, îro 31ê Kanûnê roja dawî ya sala 2021ê ku piştî çend demjimêran sala nû ya 2022yan dest pê dike peyameke pîrozbahiyê bo sala nû belav kir.

Serok Barzanî di peyama xwe de got: “Serê sala nû li xelkê Kurdistanê, Iraq û seranserî cîhanê pîroz be. Bila em hêviya wê yekê bixwazin sala 2022 salek tenduristtir be.”

Serok Barzanî herwiha di peyama xwe de, behsa Pêşmerge jî kir û got: “Bihêlin ez tiştekî din jî bibêjim ku her dem di nav dilê min de ye; pîrozbahiya sala nû li hêzên Pêşmerge dikim ku em ti carî qurbanîdana wan ji bîr nakin.”

Parve bike: