TR KU SO
FB X
Kurdistan

Ji Serok Barzanî peyama sersalê û daxuyaniyên girîng...

Admin H
Nivîskar
📅 31 berfanbar 2018 21:35

PeyamaKurd - Serok Barzanî di peyama xwe ya pîrozkirina sersalê de bal kişand ser referandûma serxwebûna Kurdistanê û rewşa Rojavayê Kurdistanê.

Serok Mesûd Barzanî îro 31ê Kanûna 2018an bi minasebeta destpêka sala 2019an a zayînî peyameke pîrozbahiyê weşand.

Serok Barzanî di peyama xwe de, daxwaza parastin û pêşxistina destkeftên Kurdan kir, nîgeraniya xwe ya bo Kurdên Rojavayê Kurdistanê anî ziman û bal kişand ser referandûma Serxwebûna Kurdistanê ya 25ê Îlona 2017an û ji hikûmeta nû ya Kurdistanê jî xwest, xwestekên gel bicih werîne.

Serok Barzanî di beşeke peyama xwe de got, “Li meha Eylûla derbasbûyî da jî gelê Kurdistanê li mumareseyekî demokratiyane da daxwaza xwe ji bo guhertin û Kurdistanekî bihêz dûpat kir û pêwîst e ew xwest û baweriya gel li çarçêweya hikûmetekî çalak û bi hêz da bê bi cîhkirin.”

Tevahiya Peyama Serok Barzanî:

Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Bi helkefta serê sala nû, pîrozbahiyê li xelkê Kurdistanê û malbatên serbilindên şehîdan û Pêşmergeyên qehreman dikim. Hêvîdarim sala nû ji bo baştirbûna jiyan û guzeraniya xelkê û pêkanîna aramî û zêdetir pêşketina gelê me, destpêka qonaxekî nû bê.

Bi pêwîst dizanim spasiyên xwe pêşkêşî hêzên Pêşmerge û hemû xelkê Kurdistanê bikim ku li salên derbasbûyî de bi qurbanîdan û berevaniya li beranber gef û teror û abluqeyê da rawestan û dengê xwe yê rewa û aştîxwazane bi hemû cîhanê gihandin û li ser plan û hezên neyaran da jî serketin.

Niha gelê me li qonaxekî nû daye û pêwîstî bi parastina destkeftan û bihêzbûn û geşbûnê ye, ew jî ji bo gihîştina armancên bilind û wan bihayên bilindên ku gelê me dehan sale bi wê navê da xebatê kiriye û qurbaniyê daye. Li meha eylûla derbasbûyî da jî gelê Kurdistanê li mumareseyekî demokratiyane da daxwaza xwe ji bo guhertin û Kurdistanekî bihêz dûpatkir û pêwîste ew xwest û baweriya gel li çarçêweya hikûmetekî çalak û bi hêz da bê bi cîhkirin.

Bi dirêjahiya xebata xwe ya gelê Kurdistanê de herdem alîgirê rêkarên aştiyane û diyalogê bûye û niha jî ewe dûpat dikîn ku ji bo çareserkirina kêşe û giriftên me yên li gel Bexda bijardeya diyalog û hevdû têgihiştinê li ber digrîn.

Li vir da bi derfet dizanim ku di derbarê çarenûsa gelê Kurd li Sûriye dilgiraniya xwe rabigihînim, hêvîdarim pêşhatên Sûriye û ew guhertinên li wir da li holê dane nebin sedema êş û koçberbûna zêdetirê gelê Kurd li Sûriye. Bi piştrastiyê ve hebûna tundutîjî û înkarkirin, wan kêşeyên ku niha heye gelek kûrtir dike.

Pêwîste hemû aliyek bi başî li wê yekê têbigihe ku navçeya me êdî nikare berevaniya wan hemû kêşe û tundutîjî û teror û tundî û nearamiyê bike û erkê civaka navdewletiye ji bo parastina aştî û dadperwerî û asayîşê tixûb û sînorek ji bo wan nearamî xwestinê deyne û êdî ji vê zêdetir gelên navçeyê û xelkê bêtawan tûşî êş û wêrankariyê nebin û neyên êşandin.

Li sala nû da bi hêviya wê yekê ku aştî û pêkvejiyan li ser navçeya me da bi hêztir bibê û hêviya xêr û xweşiyê bo gelê Kurdistanê dixwazim.

Mesûd Barzanî
31.12.2018

Parve bike: