TR KU SO
FB X
Kurdistan

Ji Serok Barzanî peyama serxwesiyê

Admin S
Nivîskar
📅 22 berfanbar 2018 18:39

PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî bi minasebeta wefata nivîskar û rewşenbîrê kurd Reuf Hesen peyameke serxweşiyê weşand.

Di peyama ku malpera fermî ya Serok Barzanî belav kiriye de, Serok Barzanî sersaxî ji malbata Rauf Hesen re xwest.

Çîrok nivîs, nivîskar, rojnamevan û rewşenbîrê kurd Rauf Hesen doh 21ê Kanûna 2018an Silêmaniyê koça dawiyê kiribû.

Herwiha Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî jî di peyameke serxweşiyê de got, ‘’Xizmet û berhemên mamosta Rauf Hesen berdewam dê bîranînên wî zindî bihêlin.’’

Peyama Serok Barzanî:

Bi helkefta koça dawî ya nivîskar û rewşenbîrê navdar ê Kurdistanê Reuf Hesen, Serok Barzanî peyameke serxweşiyê pêşkêşî malbata xwedê jêrazî kir, eve jî naveroka wê ye:

Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Ji bo malbata birêz nivîskar û rewşenbîrê xwedê jêrazî Reuf Hesen

Bi mixabiniyê ve nûçeya koça dawî ya nivîskar û rewşenbîrê navdar, Kak Reuf Hesen gihîşt min.

Bi vê helkefta xemgîn da, pirse û serxweşiyê pêşkêşî malbata we ya birêz û hemû nivîskar û rewşenbîrên Kurdistanê dikim û xwe bi hevbeşê xema we dizanim.

Ji xwedayê mezin lava dikim giyanê Kak Reuf bixe ber dilovaniya xwe û sebir û dilnewayiyê bide hemû aliyek.

Inna Lilleh We Inne Ileyhî Racîun (Em Ji Xweda Hatin Û Emê Dîsa Vegerin Xweda)

Mesûd Barzanî
22.12.2018

Parve bike: