Kurdistan
Ji Serok Barzanî peyama serxweşîyê bo Pêşmergeyê dêrîn
PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî bi boneya koçbarkirina kesayetiya neteweperwer, xebatkarê qedirbilind, Pêşmergeyê her du Şoreşên Îlon û Gulanê û xwediyê Madalyaya Barzanî Cehfer Mihemed Bêbadî peyameke sersaxiyê pêşkeşî malbat û kesûkarên wî kir.
Di peyama xwe de Serok Barzanî sersaxî da malbat û dostên Cehfer Mihemed Bêbadî.
Serok Barzanî got ku ew xwe hevpişkê vê xema giran dizanin û daxwaza rehma Xwedayê Mezin ji bo rehmetî kir û hêviya sebir û aramiyê ji bo malbatê xwest.