Kurdistan
Ji Serok Barzanî peyameke serxwesiyê...
PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî ji ber koça dawî ya Cewad Salih ku wek Hakim Cewad tê naskirin, peyameke serxweşiyê belav kir.
Peyama Serok Barzanî:
Ji bo birêzan Heval Newroz û Çeto Newroz
Bi mixabiniyeke zêde ve nûçeya koça dawî ya birayê we Cewad Salih Newroz gihîşt me. Bi vê boneya xemgîn ve serxweşiyên xwe pêşkêşî we û malbat û kesukarên we dikim û hevbeşê xema we me.
Ji xwedayê mezin hêvîdarim xwedê jêrazî bi beheşta fireh şad bike û sebr û aramiyê bi hemû aliyek bibexşê.
Inna Lilleh We Inne Ileyhî Racîun (Em Ji Xweda Hatin Û Emê Dîsa Vegerin Xweda)
Mesûd Barzanî
28.08.2019