TR KU SO
FB X
Kurdistan

Serok Barzanî sersaxî da hunermend Birader Mûsikî

Admin H
Nivîskar
📅 08 mijdar 2026 20:52

PeyamaKurd -

Serok Mesûd Barzanî di peyameke hevxemiyê de sersaxî ji hunermendê navdar ê Kurd Birader Mûsikî û malbata wî re xwest, ji ber wefata Erdalê kurê wî û hevxemiya xwe anî ziman.

Baregeha Barzanî îro Yekşem, 8ê Mijdara 2026ê, ragihand ku Serok Mesûd Barzanî ji ber wexera dawiyê ya Erdalê kurê hunermendê navdar ê Kurd Birader Mûsikî peyameke hevxemiyê belav kir.

Peyama sesaxiyê ya Serok Barzanî ji bo hunermend Birader Mûsikî

Bi navê Xwedayê Mezin û Dilovan

Bi xemgîniyeke mezin, nûçeya koça dawî ya (Erdal)ê kurê hunermendê ezîzê Kurd (Birader Mûsikî) gihîşt min. Sersaxî û hevxemiya xwe pêşkêşî hunermend Birader Mûsikî û malbat û kesûkarên wan dikim û xwe bi hevbeşê xema wan dizanim.

Ji Xwedayê Mezin dixwazim ku giyanê Xwedê jêrazî Erdal bi behiştê şa bike û hedar û aramiyê bide bavê wî û malbata wan.

Îna Lîlah We Îna Îleyhî Racîon (Em Ji Xweda Hatin Û Emê Dîsa Vegerin Xweda)

Mesûd Barzanî

8ê Mijdara 2026ê

Parve bike: