TR KU SO
FB X
Kurdistan

Ji Serok û Serokwezîrê Herêma Kurdistanê peyamên komkujiya gundê Sorya

Admin H
Nivîskar
📅 16 îlon 2019 22:05

PeyamaKurd -  Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di salvegera komkujiya gundê Sorya ya devera Zaxo de peyam belav kirin.

Mesrûr Barzanî diyar kir, ji bilî şermezarkirina wê tawanê, divê berevanî li çespandina bihayê pêkvejiyana netewî û olî li Herêma Kurdistanê kir, ji bo dadperwerî û yeksaniyê ji hemû welatiyan bê kirin.

Di peyama ku li malpera fermî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê hat belavkirin de, Mesrûr Barzanî silav bo giyanê hemû şehîdên Kurdistanê şand û wiha got:

“Di salên şêstî yên sedsala borî de rêjîma Beas ya gorkirî tawaneke mezin li gundê Sorya ya ser bi parêzgeha Duhokê encam da, ku di encamê de bi dehan welatiyên sivîl yên Mesîhî, Kildanî, Aşûrî, Siryanî û Misliman bûn qurbanî.”

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî jî bi helkefta derbasbûna 50 salan bi ser komkujîya gundê Sorya ya ser bi qezaya Zaxo ve ji alîyê rijêma Beasê ve, peyamek ragehand û got, "Komkujiya gundê Sorya yek ji wan zîncîre tawanên bê cûdahiya derbarê bi hemû pêkhatên olî û neteweyiyên Kurdistanê bû ku hate encamdan. Heman sal li gundê Dekaya tixûbê Akrê jî zêdetirê (70) zarok û jin li şikeftek da hatin şewitandin."

Peyama Nêçîrvan Barzanî wiha ye:

Îro li salvegera pêncih saliya komkujiya gundê Sorya ya navçeya Zaxo da ku sala 1969 ji aliyê rejîma Be’es ve hate encamdan û têda (39) kes ji zarok û jin û zilamên Mesîhî û Misilman pêkve hatin şehîd kirin û zêdetirê (20) kesan birîndar bûn, bi rêz û hûrmetê ve wan bi bîrtînîn û serê rêz û hûrmetê ji bo wan diçemînîn.

Komkujiya gundê Sorya yek ji wan zîncîre tawanên bê cûdahiya derbarê bi hemû pêkhatên olî û neteweyiyên Kurdistanê bû ku hate encamdan. Heman sal li gundê Dekaya tixûbê Akrê jî zêdetirê (70) zarok û jin li şikeftek da hatin şewitandin.

Li vê bîranînê de dûpat dikîn ku Herêma Kurdistanê wekî herdem landika pêkvejiyan û lêborînî ya me hemûyan dimînê û daxwaz dikîn doz û keysa gundê Sorya jî li Dadgeha Bilinda Tawanên Iraqê bê yek alî kirin û kesukarên qurbaniyan bêne qerebû kirin.

Silav û rêz ji bo giyanê hemû şehîdên Kurdistanê.

Nêçîrvan Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
16.09.2019

Sala 1969an rêjîma Beas komkujiyek kiribû û nêzîkî 40 jin, peya û zarokên Mesîhî û Misilman di wê komkujiyê de şehîd bûn û zêdetir ji 20 kesan jî birîndar bûbûn.

Parve bike: