Ji serokerkanê pêsmerge bo KCK ê: Gotinên we sas in
PeyamaKurd- Serokerkanê pêşmerge general Cemal Emînkî ragihand ku ew gotinên KCKê ku hêzên pêşmerge ji xwe re kiriye hedef û beyanên ku di derbarê pêşmerge de dane şaşin û ji rastiyê dûrin. Emînkî bo Rûdawê ragihandiye ku wan yekîneyekî li devera Zînî Wertê bicîh kiriye û bo Tirkiyê êrîşê deverê bike,PKK hatiye li wê derê bicîh bûye û bahane daye destê artêşa Tirkiyê.
General Emînkî ragihand ku parvekirina agahiyan di derbarê PKK ê de, karê pêşmerge nîne û artêşa Tirkiyê berê jî êrîşan biriye ser heman deverê. Emînkî weha dewam kir:
“Pêşmergeyên PDK ê li van deveran tine ne. Yekîneyên hevpar yên bi ser tûxaya 7 emîn ku bi ser wezareta pêşmerge ve ye, li wê derê hatin bicîhkirin. Ji ber wê em temamê gotinên KCK ê red dikin. Agahiya pêşmerge jê nîne ku artêşa Tirkiyê êrîş biriye ser deverê. Ti têkiliya pêşmerge bi êrîşê nîne. Ne karê me ye ku em di derbarê PKKê de agahî bidin.”
Emînkî mijarê firehtir kir û bûyer çawa bûye, bi rêzê yek bi yek got:
“PKK bo artêşa Tirkiyê êrîş bike deverê bahane daye destê Tirkiyê. Piştî ku pêşmerge li deverê bi cîh bûye, PKK jî hatiye li wê derê bicîh bûye. Di derbarê PKKê de çi agahî ji baregeha pêşmerge nehatiye parvekirin.”