TR KU SO
FB X
Kurdistan

Ji Serokwezîr Barzanî peyama serxwesiyê

Admin H
Nivîskar
📅 10 nîsan 2020 17:20

PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, li ser wefata Kameran Seyîd Mecîd, Ûmer Mam Reza û Şad Hamid Ferc, peyameke serxweşîyê pêşkeşî malbatên koçkiriyan kir.

Peyama Serokwezîr Barzanî wiha ye:

Cihê daxêye, me nûçeya koça dawîyê ya her sê hevnîştîmanîyên Kurd yên akincî li lendenê, Kameran Seyîd Mecîd, Ûmer Mam Reza û Şad Hamid Ferc, bihîst, pirse û serxweşîyê li birêz Dilêrê Seyîd Mecîd û malbat û kesûkarên koçkirîyan, Ûmer Mam Reza û Şad Hamid Ferec dikim.

Hêvîdarîn Xwedayê mezin, wan bi beheşta xwe ya berfireh şad bike û aramîy û hedarîyê jî bide kesûkar û dostên wan.

Mesrûr Barzanî

Serokê hikumeta Herêma Kurdistanê

10/4/2020

Parve bike: