TR KU SO
FB X
Kurdistan

Ji Serokwezîr Barzanî vîdyoya enfala 8 hezar Barzaniyan: Em ti carî jibîr nakin

Admin H
Nivîskar
📅 31 tîrmeh 2020 21:41

PeyamaKurd – Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî, îro di salvegera enfala 8 hezar Barzaniyan de ku ji aliyê rejîma Beasî ya Iraqê ve bi awayekî hovane hatin şehîdkirin, vîdyoyek belav kir.

Mesrûr Barzanî di nivîsa ser vîdyoya derbarê enfala Barzaniyan de dibêje, “Îro 37emîn salvegera beşek ji teror û enfala rejîma Beas a nehiştina nasnameya Kurd e. Bi hezaran zilamên ji malbata min jî tê de hatin komkirin û qetilkirin. Gelek ji wan bi saxî xistin bin axê. Em wan ti carî jibîr nakin.”

Parve bike: