Kurdistan
Ji Tirkiyê daxuyaniya bombardimana Qendîlê
PeyamaKurd - Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê derbarê bombardimankirina binkeyên PKKê li Qendîlê de daxuyanî da.
Di daxuyaniya wezareta tirk de tê gotin, balafirên şer ên Tirkiyê careke din binkeyên PKKê li Qendîlê bombebaran kirine û di encama wan bombebaranan de 18 PKKyî hatine kuştin.
Hîn derbarê êrîş û bombebarana dawî ya Tirkiyê de, ji aliyê PKKê ve daxuyaniyek nehatiye dayîn.
Di encama êrîşa balafirên Tirkiyê ya du berê bi ser binkeyên PKKê yên nêzîkî Kampa Mexmûrê de jî ji aliyê PKKê ve hatibû ragihandin ku 3 endamên wan ên jin can dane.