TR KU SO
FB X
Kurdistan

Ji YNK û Goranê bersiva Kalkan: Parçeyek azad bibe...

Admin H
Nivîskar
📅 29 tîrmeh 2019 03:08

PeyamaKurd – Bertekên dijî daxuyaniyên Endamê Desteya Serokatiya PKKê Duran Kalkan ku çend roj berê di medya nêzîkî partiya xwe de li dijî herêma Kurdistanê daxuyanî dabûn berdewam dikin. Duran Kalkan ji bo Başûr gotibû, ‘Bila ti kes nebêje, em rizgar bûn, bila parçeyên din (Kurdistan) ji me dûr bisekinin, neyên hêla me û em li vir rehet bijîn. Jiyaneke wisa nîne.”

Kalkan di berdewamê de jî dabû xuyakirin, “Li demeke ku li Bakur, Rojava û Rojhilat Kurdbûn rastî qirkirinê tê, Başûr nikare azad bijî. Ne mimkun e, ev li dijî siruştiya însan e. Yan dê hemû bi hev re azad bibin, yan jî dê azadî ji bo ti kesî çênebe.”

Li ser van daxuyaniyên Duran Kalkan partî û siyasetmedarên Başûrê Kurdistanê bertek nîşandan.

Endamê Civata Nîştîmanîya Bizava Goranê Hekîm Ubêd ji medya Kurdistanê re li ser gotinên Kalkan da xuyakirin, “Eger parçeyekî Kurdistanê rizgar bibe, wê çaxê xizmeta parçeyên din jî dike. Herwiha bi pêwîst dizane ku Kurd li parçeyên din bi rêya gotûbêj û danûstandinan ve mafên xwe bi dest bînin û pirsgirêk û nakokîyên xwe çareser bikin.”

Herwiha Yekîtîya Nîştîmanîya Kurdistanê jî li beramber daxuyaniyên Kalkan bertek nîşan da Endamê Mekteba Ragihandina YNKê Enwer Husên got, “Axaftinên Kalkan xizmeta proseya aramî û aştîya Herêma Kurdistanê nake.”

Ji Duran Kalkan bersiveke gefxwarinê: Nabe ku 'Başûr' azad be!

Parve bike: