TR KU SO
FB X
Kurdistan

Jin a xwe ya 68 salî bi kêrê kuşt

Admin M
Nivîskar
📅 15 tebax 2026 12:19

PeyamaKurd – Li bajarê Mêrdînê li navça Nisêbînê kesê bi navê S.C. (66), bi jina xwe ya ku nikare rabe û daîma di nav ciyan de ye, ya binavê Asya Cebe (68) re munaqeşe kir.

Di encamê de bi kêrê li jina xwe xist û wê kuşt. Li ser agahdarkirina polîs û tîmên tenduristiyê, dema çûn ciyê rûdanê dîtin ku Asya Cebe can daye.

Cenazê Asya Cebe birin morga nexweşxana dewletê ya navça Nisêbînê. Dê cenaze ji wê derê bişînin nexweşxana lêkolînê û perwerdê ya bajarê Mêrdînê. Polîs S.C. xist bin çav.

Parve bike: