TR KU SO
FB X
Kurdistan

Jinekê di Rêveberiya Xweser a Zaxo de posteke girîng wergirt

Admin H
Nivîskar
📅 10 mijdar 2022 23:50

PeyamaKurd – Jineke ji Zaxoyê di nav Rêveberiya Serbixwe ya Zaxoyê de, posteke rêveberiyê wergirt.

Îro 10ê Mijdarê jina bi navê Keser Şefîq ku wekî Kasar Batif tê naskirin, posta Rêveberiya Xaniyan di nav Rêveberiya Xweser a Zaxo de wergirt.

Piştî wergirtina wê postê Keser Şefîq gotiye:”Kabîneya nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê girîngiyeke mezin daye rola jinan di warê rêveberiyê de, bi dehan jin di dezgeh û îdareyên hikûmî de post wergirtine û rola jinan di serkirdayetiya kurdan jî de heye.”

Li gorî nûçeya BasNewsê Şefîq dibêje; “Ez kêfxweş im ku îro bi fermî posta Rêvebiriya Xanîyan di Rêveberiya Xweser a Zaxo de werdigirim û dixwazim bi vê postê zêdetir xizmeta Zaxoyê bikim.”

Şefîq herwiha daye zanîn: “Min berê wek rêvebera îdarî li dadgeha Zaxo û li dadgeha Batîfa kar kiriye. Ez xwe xizmetkarê gel dibînim û bi hemû hêza xwe dixwazim xizmeta gel bikim.”

Parve bike: