TR KU SO
FB X
Kurdistan

Jinên DAISî bo revîna ji kampan herî kêm 15.000 dolaran didin

Admin L
Nivîskar
📅 21 tîrmeh 2020 13:30

PeyamaKurd - Di derbarê revîna jinên DAIŞî ji kampa Holê li bajarê Hesekê ya Rojavayê Kurdistanê de, Peymangeha Rojhilata Navîn li Washingtonê raporek belavkir û diyar kir, ‘‘ Sê rêyên sereke ji bo revîna ji wê kampê heye ku jin û zarokên çekdarên berê yên DAIŞî tê de heye, lê belê ji bo revînê jî pereyekî zêde lazim e.

Di raporê de tê gotin, revîna ji kampa “Roj” kêm rû dide, lê belê rojane xelk ji kampa Holê direvin û gelek car sê, heta 4 malbat bi hev re ji kampê direvin û di demên derbasbûyî de jî sedan jin û zarokên çekdarên berê yê DAIŞî reviyane.

Herwiha hatiye diyarkirin: “Bo revîna malbatekê pêwîstî bi 15 hezar dolaran heye, lê bele hejmara zarok û jinan jî bandorê li ser revînê dike. Tenê revîna kesekî de yê ji kampa ‘Roj’ eşkere bûye ku bo revînê 40 hezar dolar hatiye dayîn.

Parve bike: