Kabîneya Kurdistanê ji bo barê welatiyan sivik bike çend biryarên girîng dan
PeyamaKurd - Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê îro 22yê Tîrmehê bi serokatiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî civîna xwe ya asayî lidar xist. Di civînê de ji bo hêsankirina karûbarên darayî yên welatiyan, di warê cezayên trafîkê û deynên elektirîkê de biryarên nû hatin dayîn.
Biryarên nû yên Kabîneya Kurdistanê dane wiha ne:
Cezayên Trafîkê:
Lêborîna %20 ya cezayên trafîkê hat dirêjkirin. Welatî dikarin heta roja 31.12.2026an sûdê ji vê biryarê werbigirin û cezayên xwe bi awayekî kêmkirî bidin.
Deynên Elektirîkê:
Ji bo paqijkirina deynên kevin ên elektirîkê (yên beriya destpêkirina Projeya Rûnakî), daşkandineke mezin hat kirin:
- Ji bo welatî û xwediyên projeyên çandiniyê, %50 daşkandin di deynên elektirîkê de hat kirin.
- Ji bo projeyên pîşesazî, bazirganî, geştiyarî û kargehan, %25 daşkandin di deynên elektirîkê de hat kirin.
- Ev biryar ji roja derçûnê ve ji bo dema yek mehê derbasdar e.
Mebest sivikkirina barê welatiyan e
Hêjayî gotinê ye, Kabîneya Nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê di çarçoveya çaksazî û hêsankariyan de, bi berdewamî hewl dide bargiraniya darayî ya li ser milê welatiyan kêm bike. Hikûmetê berê jî biryarên lêborînê û kêmkirina deynên av, elektirîk û cezayan dabû.
Ev biryarên nû, piştî serkeftina "Projeya Ronakî" hatin dayîn daku welatî karibin deynên xwe yên kevn bidin û bi pergaleke nû û bê pirsgirêk sûdê ji xizmetguzariya elektrîkê bistînin.