TR KU SO
FB X
Kurdistan

Kabîneya Kurdistanê li ser rewsa korona û pêshatên dawî dicive

Admin H
Nivîskar
📅 15 nîsan 2020 17:40

PeyamaKurd - Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê bi seroktiya Mesrûr Barzanî dicive û dawî pêşhat û pêngavên dahatî yên rûbirûbûna vîrusa Korona û berdewamiya bazirganiyê guftûgo dike.

Li gorî zanyariyên medya Kurdistanê îro Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê bi seroktiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî dicive.

Hat zanîn ku di civînê de pêşhatên dawî yên taybet bi vîrusa Korona, pêngavên dahatî yên rûbirûbûna wê vîrusê û berdewambûna bazirganiyê û ziyanên aborî yên vîrusê têne guftûgokirin.

Di beşeke din a civînê de jî rewşa darayî ya Herêma Kurdistanê dê were nirxandin.

Parve bike: