Kami^ran Haco: “Ez heya qiyametê Kurd dimînim”
PeyamaKurd – Li bajarê Cenewreyê rêzecivînên bo nivîsandina qanûna Sûriyê ya bingehîn encam nedan. Civîn 5 roj dewam kir. Kamîran Haco yê nûnerê ENKS ê ku di komîta nivîsandina destûrê de ye, axaftinekî kir û di axaftina xwe de behsa zilm û zora ser Kurdên Sûriyê kir. Nûnerê Neteweyên Yekgirtî yê bo Sûriyê Gier Pedersen li ber çapemeniyê bêhîvîtiya xwe anî ser ziman. Pederson weha got:
“ Min ji 45 endamên Komîteya Nivîsîna Destûrê re got ku em nikarin bi vî şêweyî berdewam bikin. Vê hefteyê ciyê bêhêvîtiyê bû. Berî destpêkirina van civînan, ez bi hêvî bûm ku em ê tiştnan bidestbixin lê me bidest nexist. Bi nêrîna min sedema vê yekê jî ew e ku me baş ji hev fêmnekir. Em ê çawa di nav terefan de ber bi pêş de herin.”
Kamîran Haco ku di komîta biçûkkirî de tekane nûnerê Kurde, di komîtê de gotarekî pêşkêş kir û behsa wan Erebên ku dibêjin li Sûriyê tekane dixwazin Erebkirinê bikin û nasnama Ereb biparêzin weha got:
"Ez Kurd im, min bi Erebî xwendiye, bi Erebî jî diaxivim, lê tu hêzek nikare min bike Ereb yan jî neteweyekî di. Ez ê heta roja qiyametê jî Kurd bimînim. Her Erebekî dikare bi Erebbûn û zimanê xwe serbilind be, lê hinek li dijî wê yekê derdikevin ku em bi Kurdbûna xwe serbilind bin. Urubetê Kurd li Sûriyê ji hemû mafên xwe yên însanî hatine mehrûmkirin û Kurd tu carî êdî wê yekê qebûl nakin.
Divê tu hebûna min li kêleka xwe qebûl bikî, da ku ez piştrast bim û gotinên te derbarê hevwelatîbûna yeksan bawer bikim. Her nasnameyekî niştimanî Sûrî ku ne li ser bingeha pirrengiya neteweyî, olî, rewşenbîrî û şaristanî be, dê nasnameyeke seqet û kêm be, û ne rengvedana nasnameya rasteqînî ya Sûriyê be. Dewleta hevwelatîbûnê, divê dewleta hemû hevwelatiyan be, lê eger dewlet û nasnameya wê bi rengekî neteweyî yan olî, yan jî îdeolojî hatin girêdan, ew dê dewleta hinek Sûriyan be, dewleta zorbirin, sepandin û dûrxistinê be.”
Piştî civînên bi wextekî 5 rojan ti encam nedan û ji bilî bêhêvîtiyê.