TR KU SO
FB X
Kurdistan

‘Kampanyaya Azadî bo Demirtas’ îro li 18:00 dest pê dike!

Admin H
Nivîskar
📅 06 tebax 2019 18:37

PeyamaKurd - Ji bo azadiya hevserokê berê yê HDPê Selahattin Demirtaş ku 3 sal in di Girtîgeha Tîpa F a Edirneyê de girtî ye, li ser medya civakî kampanyayek hat destpêkirin.

Hat zanîn ku Înisyatîfa Azadî Bo Demirtaş, îro Sêşemê li demjimêr 18:00an kampanyayekê li ser medya civakî dide destpêkirin.

Înîsîyatîfa navborî da xuyakirin ku divê kesên beşdarî kampanyaya ‘Azadî bo Demirtaş’ bibin li ser medyaya civakî hastaga #freeDemirtas binivîsin û ‎parve bikin.‎ 

Herwiha însiyatîfê ji kesên ku dixwazin tevlî kampanyayê bibin daxwaz kir ku li ser kaxeza A4 #free Demirtaş binivîsin û ligel wê ‎kaxezê wêneyên xwe bigrin û wan wêneyan bi hastaga #free Demirtaş re parve bikin.‎

Hejmarek nivîskar, siyasetmedar û akademîsyenên Kurd û ji welatên cuda jî piştgiriya xwe bo vê kampanyayê diyar kirine.

Parve bike: