Kurdistan
Kamyon li mînîbusê xist: 3 birîndar
PeyamaKurd- Kamyoneka ku ji Entabê ber bi Adanayê de diçû, ajotvanê wê kontrola kamyonê wenda kir û derbasî aliyê rêya dinê bû. Mînîbusa serwîsê ku ji aliyê din de dihat, kamyon lê xist û her du erebe ji ser rê derketin.
Di qezayê de 3 kes birîndar bûn lê di nava wan de yek jê halê wî nexweş e. Qeza li dora nîvro çêbû. Birîndarên qezayê navên wan Cihan Aksu, Mehmet Emin Tatlı û Mehmet Emin Acıoğlu ne. Halê birîndar Mehmet Ali Tatlı baş nîne. Tîmên tenduristiyê û tîmên polîsan diçin ciyê bûyerê û birîndaran dibin nexweşxanê.