Kurdistan
Kamyona kargoyê û TIR ekî lihev ketin
PeyamaKurd – Li bajarê Bedlîsê li ser rêya Bedlîs û Baykanê li devera Narlı Dereyê kamyona kargoyê ya şîrketa MNG ê û TIR ekî lihev ketin û ajotvanê kamyonê di alava xwe de asê ma û birîndar bû.
Tîmên AFAD ê, tendursitiyê û îtfaiye mudaxeleyê ajotvan kirin û wî ji kamyonê derxistin. Ajotvan birin nexweşxana dewletê ji bo tedawîkirinê.