TR KU SO
FB X
Kurdistan

Kanada nûnertiya xwe ya Hewlêrê digre

Admin M
Nivîskar
📅 07 hezîran 2024 01:54

PeyamaKurd – Berdevkê wezareta karên derve yê Kanadayê ragihand ku wê ofîsa Kanadayê ya li Erbîlê bigrin û di Adara 2025an de hebûna xwe ya dîplomatîk ya li Iraqê û Urdinê kêm bikin.

Li ser pirsa peyamnêrê Rûdawê beşa Îngîlîzî, berdevkê wezaretê gotiye ku di meha Adara 2025an de misyona Kanadayê ya li hemberê IŞİDê ku misyona stratejik ya Rojhilata Navîn ava kiribûn, diqede û ji ber wê nûnertiya li Erbîlê dê bigrin. Berdevkê wezaretê got:

“Dema misyona stratejîk biqede, wê hebûna dîplomatîka ya li Iarqê û Urdinê kêm bikin û ofîsa Kanadayê ya li Erbîlê bigrin.”

Parlementerê Kanadayê yê Partiya Muhafazakar û hem serokê grûba dostaniya Kurd Tom Kmiec di meha Êlûnê de bi heyetekî ji parlementeran seredana Herêma Kurdistanê kiribû û bi serbilindî behsa asayîşa Herêma Kurdistanê kiribû.

Parve bike: