Kanar: Berpirsyarê kiryarên ASAyê Tirkiyê ye û dibe ku bê darizandin
PeyamaKurd - Hiqûqnas Ercan Kanar, destnîşan kir ku sûcê şerî sûcê herî giran e û got, berpirsiyarê kirinên ASAyê Tirkiye ye. Kanar, got: "Dibe ku Konseya NYyê kesên sûcên şerî kirine bişîne Dadgeha Cezayê ya Navdewletî."
Li gorî nûçeya MAyê, îdiayên ku tê gotin Tirkiye li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çekên qedexe bi kar aniye û gelek sûcên şerî kiriye, di rojevê de ne û tên nîqaşkirin.
Hiqûqnas Ercan Kanar, diyar kir ku Tirkiye ne alîgireke Dadgeha Cezayê ya Navneteweyî ye, lê belê heger Konseya ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) biryarê bide dibe ku kesên sûên şerî kirine bên cezakirin.
‘Sûcê herî giran sûcê şerî ye'
Kanar, destnîşan kir ku divê îdiayên ku tê gotin li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nexweşxane hatine bombekirin û bombeyên fosforê hatine bikaranîn bên aşkerekirin û got:
"Rêxistina Efûyê û Serdozgerê Dadgeha Ceza ya Navdewletî ya NY'yê jî heman îdia bilêv kirin. Hat gotin, 'dibe ku Erdogan bê darizandin.' Wezîrê Parastinê yê DYAyê jî tiştên bi vî rengî gotin. Li gor Hiqûqa Ceza ya Navdewletî ji 4 sûcên mezin yek jê jî sûcê şerî ye. Yek ji sûcên herî giran e. Di sala 2002'yan de di statuya Romayê de cih girt. Lê belê hîn jî Tirkiye ev peyman îmze nekiriye. Hîn jî nebûye alîgireke Dadgeha Ceza ya Navdewletî. Lê belê dibe ku Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî bi yekdengî kesên sûcên şerî kirine bişîne Dadgeha Ceza ya Navdewletî."
‘Kesên sûcên şerî kirin hatin darizandin'
Kanar, destnîşan kir ku di dîrokê de kesên sûcên şerî kirine hatine darizandin û got: "Berê jî di darizandinên Nurnbergê de Nazî ji ber sûcên şerî hatin darizandin. Kesên li Polonya, Macarîstan, Çekoslokvakya û Fransayê bi Naziyan re tev geriyan li dadgehan hatin cezakirin. Heta li dadgehên Nurnbergê zêdetîr deh kes cezayê mirinê girtin, nêzî 20 kes jî cezayê muebetê û gelek kes jî bi cezayên cuda cuda hatin cezakirin."
‘Ji kiryarên ASAyê Tirkiyê berpirsyar e’
Herî dawî Kanar piştgiriya Tirkiyeyê ya ji bo ASAyê bibîr xist û got, berpirsiyarê kirinên ASAyê Tirkiye ye.