Kurdistan
Karasu: Bêyî rola çalak a Ocalan wê çarçoveyasa mirî bimîne
PeyamaKurd - Endamê Konseya Rêveber a KCKê Mustafa Karasu ragihand ku derketina qanûna çarçoveyê ya ji bo çareserkirina pirsa PKKê, bêyî rola çalak û rasterast a Abdullah Ocalan ti encamekê nade û dê mirî bimîne.
Karasu diyar kir ku amadekirina vê qanûnê piştî sal û nîvekê ji bangewaziya aştiyê gaveke girîng e, lê piştguhxistina rewşa Ocalan wekî serokê şanda danûstandinan mezintirîn kêmasiya reşnivîsê ye.
Herwiha Karasu bal kişand ser ku tenê Ocalan dikare dawiyê bi qonaxa çekdarî bîne û destpêka pêvajoya siyasî ragihîne, lewma divê ev pêvajo tenê di çarçoveya çekdanînê de neyê dîtin û bibe destpêka çareseriya siyasî û qanûnî.