Karayilan berevajî Besê Hozat got: Bêguman Singal parçeyekî Kurdistanê ye
PeyamaKurd – Ev demek e nîqaş li ser daxuyaniyên Rêvebera PKKê Besê Hozat ên wekî, ‘Şingal parçeyek ji Iraqê ye’ têne kirin û bertekên tund bo wan gotinan ji aliyê raya giştî ya Kurdistanê ve tê nîşandan.
Endamê Birêveberiya PKKê Murat Karayilan di hevpeyvîneke medya nêzîkî PKKê de li ser wan gotinên Besê Hozat jî axivî û berevajî wê rêvebere PKKê got, “Bêguman Şingal beşek ji Kurdistanê ye.”
Karayilan li ser bertekan jî medya herêma Kurdistanê tawanbar kir û îdia kir ku ew dibin sedema kûrkirina pirsgirêkan.
Karayilan herwiha di daxuyaniyên xwe de tevî hebûna YBŞê li Şingalê jî red kir, ango wekî hêzeke ji gelê herêmê bi dilxwazî ava bûye nîşan da û got ku hêzeke wan a leşkerî li Şingalê tune ye.
Karayilan li ser rewşa Şingalê jî wiha axivî:
"Bêguman Şingal parçeyekî Kurdistanê ye. Madeya 140 a destûra Iraqê heta niha neketiye meriyetê. Ji ber vê jî hêza Iraqê li wir e û Şingal girêdayî Iraqê ye. Em jî dibêjin ku bila Şingal bibe xweser. Dema li gorî madeya 140 a destûrê li Iraqê hilbijartin çêbibe, dê gelê xwe bi xwe tercîha xwe bike.”