TR KU SO
FB X
Kurdistan

Karayilan xwedî li çalakiyên xwe kustinê derket û got: Di grevên birçîbûnê de kêmasî hene…

Admin H
Nivîskar
📅 17 nîsan 2019 20:34

PeyamaKurd – Serkirdeyê PKKê Murat Karayilan li ser mijara grevên birçîbûnê ku bi hinceta ‘tecrîda li ser Abdullah Ocalan’ ji aliyê parlamentera HDPê Leyla Guven ve hatibûn destpêkirin û niha li gelek girtîgehên Tirkiyê berdewam dikin daxuyanî dan.

Li gor nûçeya medya nêzîkî PKKê Karayilan ji radyoyeyeke nêzî rêxistina xwe re axivî û derbarê grevên birçîbûnê de daxuyanî dan.

Karayilan got, “Ev hemleya ku bi pêşengiya Leyla Guven dest pê kiriye mezin bûye. Di hêla civakî û leşkerî ya vê hemleyê de kêmasî hene. Lê di vê asta ku hemle gihîştiyê de, pêwîstî bi rê û rêbazên nû heye. Divê berfirehtir bibe û bigihîje encamê. Dayikên kesên ketine greva birçîbûnê çalakiyan dikin. Ev hêja ye û geşedanên nû bi xwe re tîne. Lê xuya dibe ku di rêxistinbûnê de kêmasî hene.”

Karayilan herwiha çalakiyên xwekuştinê yên girtiyan bo Ocalan jî parast û diyar kir, “Ji bo peyama pêwîst bê dayîn, pêkanîna van çalakiyan normal e. Lê divê ev rêbaz ne berdewamî be.”

Parve bike: