TR KU SO
FB X
Kurdistan

Karkirê Kurd yê ji Wanê ji înşaatê de ket û can da

Admin M
Nivîskar
📅 19 cotmeh 2026 20:05

PeyamaKurd – Gelek karkir ji bajarên Kurdistanê bi sedema nebûna kar ji Kurdistanê diçin bajarên metropolan û li wan dernan kar dikin. Ji bajarê Wanê karkirê bi navê Mevlüt Akbaş (25) ku ji bajarê Wanê çûbû li Îstenbolê di înşaatê de dixebitî, ji avahiyê ket xwarê û jiyana xwe ji dest da.

Rûdan li navça Sancaktepe qewimî. Akbaş dema di înşaatê de dixebite, mêzêna xwe wenda dike û ji avahiyê de dikeve. Dema tîmên tenduristiyê diçin ciyê qezayê dibînin ku Mevlüt Akbaş jiyana xwe ji dest daye û cenazê wî dibin mirga nexweşxanê ji bo otopsiyê.

Akbaş zewicandî bû û 3 zarokên wî hebûn. Akbaş bi xwe ji navça Edremit a Wanê ji gundê Çiçekliyê ye.

Parve bike: