Kurdistan
Karmendekî asayîsê ji aliyê kesekî bazirganî û bikaranîna madeyên hisbir dikir hat kustin
PeyamaKurd – Li Silêmaniyê kesekî bazirganî û bikaranîna madeyên hişbir dikir, gule bera karmendekî asayîşê da û di encamê de wî karmendî can da.
Hat zanîn ku di saet 01:30ê şeva borî, tîmeke asayîşa Silêmaniyê diçe malekê ji bo wî kesê bazirganî û madeyên hişbir bi kar tîne bigre, lê wî kesî gule berda tîma asayîşê da û di encamê de karmendekî asayîşê yê temen 40 salî û xwedî zarok bi giranî birîndar bû.
Herwiha hat ragihandin, piştî karmendê asayîşê gihandin nexwaşxaneyê, ji ber birîna wî ya giran, can daye.