TR KU SO
FB X
Kurdistan

Karwana leskerî ya Amerîkayê gihîst herêma HSDê

Admin H
Nivîskar
📅 25 tîrmeh 2019 21:04

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku karwaneke din a leşkerî ya Hevpeymaniya Navdewletî ya Amerîka pêşengiya wê dike derbasî bajarokeke Reqayê ya bin kontrola Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) bûye.

Çavkaniyên herêmê derbarê sewqiyata dawî ya leşkerî ragihandin ku karwana leşkerî ya Amerîkayê derbasî bajaroka girêdayî parêzgeha Reqayê, Tal el Ebyadê bûye ku di bin kontrola HSDê de ye.

Herwiha heman çavkanî dibêjin, dema karwana leşkerî derbas bûye rastî leşkerên Tirkiyê yên aliyê din ê sînor hatiye.

Parve bike: