Kurdistan
Karwana Pizîskên Sînornenas hat topbaran kirin: Doktorek birîndar bû
PeyamaKurd – Li Rojavayê Kurdistanê li gundekî nêzîkî Til Temirê karwana Rêxistina Pizîşkên Sînornenas a ku bi hawara birîndaran ve diçû ji aliyê artêşa Tirkiyê ve hat topbarankirin.
Li gorî ragihandina çavkaniyên herêmê karwana Rêxistina Pijîşkên Sînornenas li gundê Kesra yê girêdayî navçeya Til Temir rastî topbarana artêşa Tirkiyê hat.
Hat ragihandin ku li gorî zanyariyên destpêkê di wê êrîşê de pizîşkek birîndar bûye.