Karwanê çaremîn ê koçberên Serêkaniyê bi rê ket
PeyamaKurd - Karwanê çaremîn ê koçberên ji Serêkaniyê û gundewarên Til Temirê ku ji 514 malbatan û 4 hezar û 584 kesan pêk tê, bi amadebûna şandeya hikumeta veguhêz, cîgirê fermandarê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Mehmûd Xelîl û endamê Şandeya Serokatiyê Mistefa Ebê ber bi warên xwe ve bi rê ket.
Endamê Şandeya Serokatiyê Mistefa Ebdê di daxuyaniyekê de diyar kir ku piştî paqijkirina mayinan û dabînkirina pêdiviyên jiyanî û dermanan, ji bo vegera koçberan zemîneke ewle hatiye amadekirin.
Ebdê destnîşan kir ku dê pêvajoya vegerê heta vegera hemû koçberan bidome û îro 50 malbat ji Hesekê derketine.
Cîgirê fermandarê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Mehmûd Xelîl jî da zanîn ku karwan dê berê xwe bide 75 gundan û di hefteya bê de du karwanên din jî dê biçin cih û warên xwe.
Xelîl da xuyakirin ku malên ku li Serêkaniyê bên valakirin dê li xwediyên wan ên resen werin vegerandin.