TR KU SO
FB X
Kurdistan

Karwanê sêyemîn a Serêkaniyê bi rê ket

Admin H
Nivîskar
📅 05 cotmeh 2026 10:22

PeyamaKurd - Îro karwanê sêyemîn ê koçberên Serêkaniyê ji bo vegera li gund û bajarokên xwe yên li gundewarê başûrê bajêr bi rê ket.

Ev koçber piştî salên dirêj ji koçberiyê di çarçoveya pêvajoya vegerê de ber bi warê xwe ve bi rê ketine.

Di vî karwanî de zêdetirî 500 malbatên ku berê li Kampa Waşûkanî û dibistanan diman cih digirin.

Tê payîn ku ev malbat vegerin ser mal û milkên xwe yên li gund û bajarokên başûrê Serêkaniyê.

Hêjayî gotinê ye ku karwanê duyemîn ê koçberan ku ji 700 malbatan pêk dihat, di 8ê Îlonê de bi rê ketibû.

Parve bike: