Kurdistan
Karwaneke din a koçberên Serêkaniyê bi rê ket
PeyamaKurd - Karwanê heştemîn ê koçberên bajarê Serêkaniyê û gundewarên wê ya ku ji 447 malbatan pêk tê, ber bi warê xwe ve bi rê ketin.
Duh (4 Mijdar) Alîkarê Fermandarê Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Parêzgeha Hesekê Mehmûd Xelîl di civîna çapemeniyê de diyar kir ku wê beşa 9emîn di hefteya bê de bi rê keve, di nava vî beşî de wê hezar malbat vegerin warê xwe.
Duh karwanê heftemîn bi rê ketibu.