TR KU SO
FB X
Kurdistan

Kazimî bi Kurdî, Îngilîzî û Erebî pîrozbahî li Joe Biden kir

Admin H
Nivîskar
📅 08 mijdar 2020 14:31

PeyamaKurd – Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî bi peyamên xwe yê sê zimanan pîrozbahî li serokê hilbijartî yê Amerîkayê Joe Biden kir.

Kazimî di peyama xwe de got, serokê hilbijartî Joe Biden û Cîgira Serok Kamala Harris a dahatî pîroz dikim. Li bendê ji bo bihêzkirina pêwendiyên stratejîk ên Iraq û Amerîkayê em bilez dest bi xebatê bikin.

Kazimî peyama xwe ji bilî Erebî û Îngilîzî bi Kurdî jî li ser twitterê belav kir.

Parve bike: