TR KU SO
FB X
Kurdistan

KCK: Tecrîd ranebûye û daxwazên çalakvanan nehatine cîbicîkirin

📅 07 gulan 2019 14:36

PeyamaKurd - Hevserokatiya Koma Civakên Kurdistanê (KCK) ragihand ku, tecrîda li ser Serokê PKKê Abdullah Ocalan ranebûye, daxwazên çalakvanan nehatine cîbicîkirin.

Hevserokatiya KCKê hevdîtina parêzerên Ocalan şîrove kir û got tecrîda li ser Ocalan ranebûye û daxwazên girtiyan nehatine cîbicîkirin. Di encama berxwedanan a li dijî tecrîdê piştî 8 salan rê destûr dayî ku parêzer hevdîtinekê pêk bînin.  

‘JI BER ZEXTÊN HIŞTINE KU PARÊZER BIÇIN ÎMRALIYÊ’

Ji vegotinên parêzeran tê fêmkirin ku tecrîd ranebûye, daxwazên berxwdêran nehatine cîbicîkirin. Tenê ji bo ku bandora berxwedêran afirandiye bişkînin û berxwedanê lawaz bikin û zextên raya giştî yên hundir û derve kêm bikin, hiştine ku parêzer biçin Îmraliyê.

‘PIRSA KURDÎ Û YA DEMOKRASIYÊ BI ŞER ÇARESER NABE’

KCK dibêje, ev banga rêberê wan, bangeke ji bo desthilata Tirkiyê ye ku pirsa kurdî û ya demokrasiyê bi şer çareser nabe û bi rêyên aştiyane çareser dibe.

Ji 27 Tirmeha 2011an û heta niha hevdîtin bi serokê wan re pêk nehatibûn, ev hevdîtin nayê weteya ku daxwazên wan hatine pejirandin.

Duhî Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrinê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihandibûn ku wan di 2yê Gulanê de bi miwekîlê xwe Abdullah Ocalan re hevdîtinek pêk anîne.

Parve bike: