KCKê daxuyaniyek li ser Nêçîrvan Barzanî weşand!
PeyamaKurd - Komîteya Têkiliyên Derve ya KCKê êrîşa li ser xaniyê Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî şermezar kir û got, "Divê aliyên pêwendîdar berpirsiyariyên xwe ji bo rawestandina van êrîşan bi cîh bînin."
Komîteya Têkiliyên Derve ya KCKê daxuyaniyek weşand û êrîşa bi dronên li ser xaniyê Nêçîrvan Barzanî li Duhokê şermezar kir.
Daxuyaniya KCKê got, "Rojhilata Navîn bûye navenda Şerê Cîhanê yê Sêyemîn. Hêzên navneteweyî û herêmî her cihî vediguherînin qada şer da ku berjewendiyên xwe biparêzin û pêşve bibin.
Her çend gelê Kurd ne beşek ji vî şerî be jî, siyaset û nêzîkatiyên herêmî û navneteweyî Kurdistanê vediguherînin yek ji navendên vî şerî."
Daxuyaniya KCKê wiha domand:
"Ji destpêka şer ve, Rojhilat, Başûr û Rojavayê Kurdistanê bûne hedefa êrîşan." "Bi taybetî Başûrê Kurdistanê bûye hedefa êrîşên bi dron û moşekan.
Di vê çarçoveyê de, hêzên Pêşmerge, saziyên aborî û fermî û herî dawî jî, mala Serokê Herêma Kurdistanê bûne hedef.
Em, Tevgera Azadiya Kurdistanê, van êrîşan şermezar dikin.
Em daxwaz dikin ku hemû aliyên pêwendîdar berpirsiyariyên xwe yên siyasî û exlaqî bi cîh bînin da ku van êrîşan rawestînin. Herwiha em sersaxiyê ji malbatên kesên ku di van êrîşan de jiyana xwe ji dest dane re dixwazin û ji birîndaran re jî başbûneke bilez dixwazin."
Doh (Şemî, 28ê Adarê), mala Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li Duhokê bû hedefa êrîşên bi dronên ku ji aliyê komên çekdar ên neqanûnî ve hatine avêtin.