TR KU SO
FB X
Kurdistan

KCKê Nêçîrvan Barzanî pîroz kir

📅 01 hezîran 2019 12:37

PeyamaKurd - Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCKê bi minasebeta ku Nêçîrvan Barzanî wekî Serokê Herêma Kurdistanê hatiye hilbijartin,pîrozbahî lê kir. KCKê diyar kir ku Nêçîrvan Barzanî xwedî wê astê ye ku dikare rola xwe pêk bîne.

Hevserokatiya Konseya Rêveber a Koma Civakên Kurdistanê (KCK) bi rêya Ajansa Nûçeyan a Firatê daxuyaniyek nivîskî weşand û ji berk y Nêçîrvan Barzanî wekî Serokê Herêma Kurdistanê hatiye hilbijartin pîroz kir.

‘NÊÇÎRVAN BARZANÎ XWEDÎ WÊ ASTE YÊ KU DIKARE VÊ ROLA XWE PÊK BÎNE’

Di daxuyaniya KCKê de ev tişt hatin gotin; “Erkeke dîrokî ya parastina yekîtiya netewî ya hem li Başûrê û hem jî li tevahiya Kurdistanê ya Serokê Federasyona Başûrê Kurdistanê heye. Serokê Federasyona Kurdistanê di serî de Tirkiye hemû hêzên li dijî azadî û yekîtiya Kurdan, berpisyartiya nûnertiya îradeya jiyana azad a Kurdan heye. Rastiya têkoşîna ku li çar parçeyên Kurdistanê derxistî holê û bi vê zanebûnê em bawerin ku wê rolê xwe pêk bîne. Nêçîrvan Barzanî xwedî wê asteyê ku dikare vê rola xwe pêk bîne.

‘LI BAŞÛRÊ KURDISTANÊ DESKEFTIYÊN MEZİN HATINE BIDESTXISTIN, NIHA DEM DEMA PARASTINA VAN DESTKEFTIYAN E’

Di berdewamiya daxuyaniyê de hatiye gotin, “Li Başûrê Kurdistanê deskeftiyên mezin hatine bidestxistin. Niha li Başûrê Kurdistanê dem dema prastina van deskeftiyan bi pêkanîn yekîtiya siyasî li ser bingehê demokrastîbûnê ye. Bê guman li parçeyekî Kurdistanê parastina destkeftiyan wê rolê diyarker ê têkoşîna azadiyê ya li hemû parçeyên Kurdistanê diyar bike. Divê Birêz Nêçîrvan Barzanî hişbîriya demokratîkbûn, sekin û pêkanînê ya Kurdan bi awayeke bi bandor erka dikeve ser milan bi cih bîne, di demokratîkbûna Rojhilata Navîn de rol lîstina Kurdan di nava bendewariyên ji  pêvajoya serokatiya wî  de ne.”

‘EM DI WÊ BAWERIYÊ DE NE KU BARZANÎ LI DIJÎ HER ÊRÎŞEKE DAGIRKERIYÊ RABE’

Di beşeke din a wê daxuyaniyê de tê gotin, “Em di wê hêvî û baweriyê de ne ku Birêz Nêçîrvan Barzanî ji bo her êrîşên û li dijî her êrîşeke dagirkeriyê ya ji bo azadî û serxwebûna gelê Kurd li ber rabe, bibe bersiva bendewariyên gelê me yên di vî warî de.”

KCKê herweha gotiye, “Di vê demê de ku gelê Kurd û Rojhilata Navîn di pêvajoyeke dîrokî de dibore, di wê baweriyê de ne ku Birêz Nêçîrvan Barzanî erka dikeve li ser mila bi cih bîne, ji bo pêkhatina jiyana azad û demokratîk rola xwe bilîze û di demê serokatiya xwe der serkeftinê bîne.”

Nêçîrvan Barzanî 28ê Gulanê di dengdana Parlamentoya Kurdistanê de, ji 81 beşdarên parlamentoyê dengê 68an wergirtibû û wekî Serokê Herêma Kurdistanê hatibû hilbijartin.

Parve bike: