TR KU SO
FB X
Kurdistan

KDP-Î: Kampên me li Hewlêr û Balîsanê hatin bombebarankirin

Admin H
Nivîskar
📅 08 gulan 2026 14:30

PeyamaKurd - Berpirsê Navenda Pêşmerge û Endamê Desteya Rêvebir a Partiya Demokrat a Kurdistanê-Îranê (KDP-Î) Kawa Behramî ragihand ku baregeh û kampên wan ên li Hewlêr û devera Balîsanê rastî êrîşên dron û mûşekan hatine. Li gorî daxuyaniya Behramî, ev êrîş di nava şevê de û serê sibê hatine kirin, lê di encamê de tu zirarên canî çênebûne.

Kawa Behramî diyar kir ku îro serê sibê saet derdora 07:30an de, kampa Cejnîkan a li Hewlêrê bi mûşekan hatiye bombebarankirin. Ev kamp cihê jiyana malbatên pêşmergeyên KDP-Î ye û Behramî piştrast kir ku di vê êrîşê de tu kesî jiyana xwe ji dest nedaye û birîndar nîn in.

Derbarê êrîşên di nava şevê de jî Behramî eşkere kir ku li devera Balîsanê ya Hewlêrê bi du dronan êrîş pêk hatiye. Di heman demê de, hêzên Koalîsyona Navdewletî nêzîkî 4 mûşek di asman de pûç kirine û nehîştine bigihîjin armancên xwe. Behramî tekez kir ku di van êrîşên asmanî de jî tu zirarên canî nehatine qeydkirin.

Parve bike: