TR KU SO
FB X
Kurdistan

PDK’ê bang kir: Jinûve çalakkirina Parlamena Kurdistanê pêngaveke neteweyî û destûrî ye

Admin H
Nivîskar
📅 19 gulan 2026 14:12

PeyamaKurd - Fraksiyona Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li Parlamena Kurdistanê, îro bi helkefta 34’emîn salvegera yekemîn hilbijartinên parlamenê yên sala 1992’an daxuyaniyek belav kir. PDK’ê ev dîrok wekî "xala herî krîtîk a werçerxanê" di avakirina statûya siyasî, hiqûqî û saziyî ya Herêma Kurdistanê de pênase kir. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku parlamento navenda îradeya gel, desthilat û rewayetiyê ye; lewma parastina vê saziya pîroz rasterast tê wateya parastina hebûna siyasî ya Herêma Kurdistanê û parastina mafên destûrî yên gelê Kurd ên di nav Îraqê de ku bi fîdakariyên mezin û xwîna şehîdan hatine bidestxistin.

Jinûve çalakkirina saziyê wekî erkeke niştimanî

Di berdewamiya daxuyaniyê de, fraksiyona PDK'ê giranî da ser rewşa niha ya parlamenê û piştgiriya xwe ya tam ji bo her pêngav û hewleke ku ji bo jinûve çalakkirin û zindîkirina vê saziya qanûnî tê avêtin, nîşan da da ku parlamento bikaribe erkên xwe yên xwezayî û yasayî bi cih bîne. KDP’ê rûbirûyî rûdan û geşedanên hesas ên li herêmê, çalakkirina parlamentoyê wekî "pêwîstiyeke neteweyî, destûrî û siziyî" wesif kir da ku berjewendiyên bilind ên herêmê werin parastin. Di dawiya peyamê de, fraksiyona KDP'ê rûmeta xwe pêşkêşî şehîdên Kurdistanê kir û tekez kir ku divê ev destkefta dîrokî her dem li ser piyan bimîne û di xizmeta welatiyan de çalak be.

Parve bike: