Kurdistan
Keça 10 salî çû pîknîkê, brûskê lê da û can da
PeyamaKurd – Li bajarê Xarpêtê, li seha pîknîkê ya bi navê Cipê, dema xelk çûbû ji xwe re geştiyariyê dikir, malbata Bara Berho jî çû da pîknîkê bike. Lê di vê havînê de baran bariya û bi baranê re brûskê lê dida. Di wexta brûskê de Malbata Bara Berho (10) jî çûbû seha pîknîkê û Berho ket ber êrîşa brûskê.
Dema brûskê li keça bi navê Bara Berho xist, birîndar bû û wê bi ambûlansê birin nexweşxana zankoya Firatê. Ji wê derê keçikê birin nexweşxana Meletiyê lê keçik li nexweşxanê can da.
Cenazê Berho piştî otopsiyê teslîmê malbata wê kirin û cenazê wê li goristana Asrî ya Xarpêtê defin kirin.