TR KU SO
FB X
Kurdistan

Kemal Burkay ji Nêçîrvan Barzanî re serkeftin xwest

Admin H
Nivîskar
📅 30 gulan 2019 22:58

PeyamaKurd – Siyasetmedarê Kurd û Serokê Weqfa Rêya Azadiyê Kemal Burkay peyameke pîrozkirina hilbijartina wek Serokê Herêma Kurdistanê bo Nêçîrvan Barzanî weşand.

Burkay di peyama ku li ser navê xwe û hevalên xwe belav kiriye de, seroktiya Nêçîrvan Barzanî pîroz kir.

Di peyama nivîskî de wiha hat gotin: “Rêzdar Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, ji bo hilbijartina cenabê te bo seroktiyê, hem li ser navê xwe hem jî li ser navê hevalên xwe, te pîroz dikim û di wezîfeya te ya nû de serkeftinê dixwazim.”

Nêçîrvan Barzanî 28ê Gulanê di dengdana Parlamentoya Kurdistanê de, ji 81 beşdarên parlamentoyê dengê 68an wergirt û wekî Serokê Herêma Kurdistanê hat hilbijartin.

Parve bike: