TR KU SO
FB X
Kurdistan

KENY: Madeya 140 bicih werînin

Admin H
Nivîskar
📅 30 hezîran 2019 20:11

PeyamaKurd – Heyeta Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî (KENY) ku doh 29ê Hezîranê li Bexdayê bi berpirsên Herêma Kurdistanê û Iraqê re hevdîtin kir, di civîneke rojnamevanî de daxwaz kir ku madeya 140 a destûra Iraqê were bicihanîn.

Şanda KENYê ku bi Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî re jî civiyabû di civîna çapemeniyê de, derbarê navçeyên derveyî îdareya herêma Kurdistanê de bal kişand ser madeya 140 a destûra Iraqê û xwest ku ew made were cîbicîkirin.

Hêjayî gotinê ye, madeya 140 ji sala 2007an ve diviyabû were cîbicîkirin, lê heta niha jî ti gavek nehatiye avêtin.

Parve bike: