TR KU SO
FB X
Kurdistan

Kerkûk | 2 polîs di dema girtina tohmetbarekî de birîndar bûn

Admin L
Nivîskar
📅 09 cotmeh 2021 17:29

PeyamaKurd –  Li Kerkûkê dema hêzên polîs dixwestin bazirganekî madeyên hişbir bigirin, di navbera wan de pevçûn derket. Di encamê de 2 polîs birîndar bûn.

Berdevkê polîsê Kerkûkê Amir Nûrî diyar kiriye, îro danê sibê li taxa Şorîce ya Kerkûkê, dema hêzên polîs û asayişê dixwestin bazirganekî madeyên hişbir bigirin, wî tohmetbarî gule avêt hêzên ewlehiyê.

Herwiha efserê polîs eşkere kir, hêzên polîs jî bersiv dan û pevçûn derket û di pevçûnê de, 2 polîs birîndar bûn.

Parve bike: