TR KU SO
FB X
Kurdistan

Kerkûk | Çekdaran bi ser malekê de girt û hemû pereyên wan dizîn

Admin H
Nivîskar
📅 29 nîsan 2021 23:15

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku li bajarê Kerkûkê hejmarek kesên çekdar bi ser malekê de girtin û ew mal şêlandin.

Berdevkê polîsê Kerkûkê, Amir Nûrî ragihandiye ku îro danê sibê li taxa Esra Mefqûdîn ya Kerkûkê komek kesên çekdar ketin malekê û şêlandin.

Amir Nûrî eşkere kir, wan çekdaran 5 milyon dînar û 4500 dolar dizîn û reviyan ku niha hêzên polîs li wan digerin.

Parve bike: