TR KU SO
FB X
Kurdistan

Kerkûk | Dadgehê 7 xaniyên Kurdên Pelkane li wan vegerand

Admin H
Nivîskar
📅 03 hezîran 2021 16:21

PeyamaKurd – Dadgeha qezaya Dubizê ya Kerkûkê, li ser doza xelkê gundê Pelkane biryar da ku xaniyên gundiyan ên erebên ji derve hatine dest danîne ser li wan bên vegerandin.

Berpirsê navçeya Dubizê yê PDKê Cewad Mihemed ji medya Kurdistanê re da xuyakirin ku çend hemwelatiyên gundê Pelkane yê bi ser nehiyeya Sergeran a sînorê qeza Dubizê de, çûn pêş dadgeha Dubizê û li pêş dadwerê dadgehê îspat kirin ku ew xaniyên ku hejmara wan xaniyan 7 xanîbûn ne yên erebên hawirde lê yên wan in.

Hat diyarkirin ku dadgehê jî biryar da ew xanî ji wan hemwelatiyên kurd ên xwediyê resen ên gund in re bên dayîn û ti mafekî erebên hawirde li ser wan xaniyan nîne.

Cewad Mihemed gotiye, ‘’Niha li vî sînorî û bi giştî jî li Iraqê milîs hukim dikin. Ya girîng ew e hêzên ewlehiyê yên sepandî rêgir nebin li pêş wê biryara dadgehê.’’

Parve bike: