TR KU SO
FB X
Kurdistan

Kerkûk | DAISê du kes kustin

Admin L
Nivîskar
📅 10 hezîran 2021 13:31

PeyamaKurd Terorîstên DAIŞê, li bajarokê Hewîce yê Kerkûkê du kes kuştin û du kes jî revandin.

Li gor efserekî polîsê nahiya Reşad ya bajarokê Hewîce bi navê Selam Îbrahîm diyar kiriye, şeva borî terorîstên DAIŞê li gundê Xebate, ku dikeve navbera nahiyên Reşad û Riyaz, êrîşî malekê kirin.

Efserê polîs eşkere kiriye, di wê êrîşê de zilamek û kurê wî hatin kuştin.

Herwiha efserê polîs destnîşan kiriye, terorîstên DAIŞê heman şevê li nahiya Reşad du cotkar jî girtin û revandin.

Parve bike: